Şervanekî heqîqetê: Alî Haydar Kaytan
Yek ji pêşengên Tevgera Azadiyê ya Kurd Alî Haydar Kaytan (Fûat) ku 3'ê Tîrmeha 2018'an şehîd bû, weke şervanekî heqîqetê kete dil û mejiyê gelê xwe.
Yek ji pêşengên Tevgera Azadiyê ya Kurd Alî Haydar Kaytan (Fûat) ku 3'ê Tîrmeha 2018'an şehîd bû, weke şervanekî heqîqetê kete dil û mejiyê gelê xwe.
Dem bi şûn û şopan dagirtî ye.
Dem bi bêdengî dibihure, her wiha li pey wateyê bi têr û tijî...
Yên ku dema xwe bi wateyê dadigirin, çîrokan ji peyhatinên xwe re dihêlin.
Yên ku temenekî di oxira heqîqetê de dibihurînin, ew derwêş in ku bang li demê dikin.
Yên ji wan mayî weke navê wan li demê dineqişin.
Dîroka nîv sed salên dawî ya Kurdan yekparetiya wan çîrokan e ku li demê, xakê, wijdanan û mejiyan neqişandî ne.
Bi pîrozmendî, lehengî û fedaîtiyan dagirtî ye.
Çîroka bi hezaran ji wan li vê xakê veşartî ye.
Alî Haydar Aytan ji yên ku wateyê didin jiyanê yê sereke ye.
Damezrîner, lîder û hilgirê temenekî bexşane...
Derwêşekî hezar salî yê bi pey heqîqete beziya...
Şovalyeyê demên qedîm ku ji bo pîrozmehiyê rahişt çek û rextê...
Gerîlayekî ji bo jiyaneke azad ber bi çiyê ve hilkişiya...
Û şoreşgerekî dilxwaz ku mifteya windabûyî ya çiyê jinûve dît û radestî gelê xwe kir...
Alî Haydar Kaytan di sersala 1951'ê de li nava eşîra Haydaran, weke zarokê destpêkê yê Alî û Gulîzar Kaytan li Dersimê ji dayik bû. Wê eşîrê di dema Komkujiya Dersimê de teslîmiyet red kiribû, rahiştibû çekê û li ber xwe da bû û hatibû sirgûnkirin.
Demeke zarokatiyê ya ji xizanî û zehmetiyê derbas kir. Dibistana seretayî dûrî ji malbata xwe li gundê Hakisê xwend. Dibistana navîn û lîse jî li Erzîromê qedand.
Piştre di sala 1971'ê de li Fakulteya Zanistên Siyasî ya Enqereyê şoreşger nas kir. Ev sal weke qonaxa beriya şoreşgeriyê pênase kir.
"Di salên 1970'î de li Tirkiyeyê tevgera ciwanên şoreşger çalak bû û em jî ketibûn bin bandora wê. Bi taybetî Denîz Gezmîş û Mahîr Çayan sembol bûn. Wê demê min hîn Rêbertî nas nekiribû, lê belê min dibihîst ku qala wî tê kirin. Yek ji xwendekarên herî serketî yê dibistanê bû. Piştî xwepêşandaneke şermezarkirinê hatibû girtin û 7 mehan li Girtîgeha Leşkerî ya Mamakê hatibû ragirtin. Dema nû ji girtîgehê derket, me hev nas kir. Rêbertî got ku dixwaze bi min re biaxive. Axaftinek ji 2-3 saetan bû. Kir ku bi rastiya Kurd û Kurdistanê re rû bi rû bibim."
Ev bûyer bû gava destpêkê ya rêwîtiya heqîqetê ya Alî Haydar Kaytan. Piştre Kemal Pîr û Hakî Karer nas kir.
"Ne şaş bim dawiya meha Adara 1973'an an jî destpêka Nîsanê bû. Li cihekî nêzî Bendava Çûbûkê em hejmareke kêm a hevalan li hev kom bûn. Rêbertî nêrînên xwe bi me re parve kir. Em hemû tevlî fikrê wî bûn. Bi rengekî ji me re got ku em ê weke komeke îdeolojîk tevbigerin û berpirsyarî da me. Li gorî vê yekê her yek ji me berpirsyar bû ku kesên nû tevlî komê bikin."
Piştî vê civînê hejmara koma Apoyî her roj zêde bû. Di Nîsana 1977'an de kar derbasî Kurdistanê bû. Alî Haydar Kaytan li Dersim, Çewlîg, Dep û Xarpêtê kar kir. Carna çû Dîlokê û tevlî karên Hakî Karer bû. Piştî ku Hakî Karer di 18'ê Gulana 1977'an de hate qetilkirin, koma Apoyî gihîşt asteke biryardanê.
"Şehadeta hevalê Hakî em hemû hejandibû. Rêbertî notek ji min re şand. Ji min xwest ku ji bo bîranîna wî nivîsekê binivîsînim. Nivîsa ku min amade kir li tevahiya Kurdistanê hate belavkirin. Rêber Apo bi biryar bû ku şehadeta Hakî bêbersiv nemîne. Lê belê ji aliyê rêbazê ve ji me cuda difikirî. Ji bo bersiv ji şehadetê re bê dayin ji me hemûyan bêhtir kûr dibû, di nava lêgerînê de bû. Biryara partîbûnê jî di encama vê lêgerînê de derket holê."
Alî Haydar Kaytan jî beşdarî nava amadekariyên ji bo bicihanîna biryara partîbûnê bû.
Koma bi pêşengiya Rêber Apo ya ji Kemal Pîr, Mazlûm Dogan, Mehmet Hayrî Dûrmûş û Alî Haydar Kaytan, bernameya partiyê amade kir. Civîna destpêkê ya amadekariyê li Xarpêtê hate lidarxistin. Di vê civînê de Alî Haydar Kaytan ji bo komîteya leşkerî hate hilbijartin.
Di 27'ê Mijdara 1978'an de kongreya damezrîner a PKK'ê hate lidarxistin. Bi vî rengî Alî Haydar Kaytan bû yek ji endamên koma damezrîner a PKK'ê ku mohra xwe li nîv sedsala dawî xist. Bi darbeya 12'ê Îlonê re çû gel Rêber Apo yê li qada Rojhilata Navîn.
Alî Haydar Kaytan di salên navîn ên 1980'î de derbasî qada Ewropayê bû, li Elmanyayê hate girtin û nêzî 5 salan li girtîgehê hate ragirtin. Jinûve li welêt vegeriya û di demên herî giran ê Têkoşîna Azadiyê ya Kurd de li qada gerîla têkoşiya.
Alî Haydar Kaytan di salên dawî yên 1990'î de li qada Ewropayê kar kir û piştî komploya navneteweyî ya li hemberî Rêber Apo careke din derbasî welêt bû û heta 3'ê Tîrmeha 2018'an roja ku şehîd bû, meşa xwe ya şoreşê dewam kir.
Jiyana Alî Haydar Kaytan serpêhatiya meşa azadiyê ya civakekê ye.
Kêlî bi kêlî, hilm bi hilm...
Alî Haydar Kaytan li refên herî pêş ên vê meşê bû.
Bi kelecaneke bê dawî, bi coş û dilsoziyê timî bi pêş ve meşiya.
Emrekî ku hewl dida wateyê tevlî her kêliya xwe bike...
Pêşengekî bi dilsoziyê xemilandî...
Siyasetmedarek, gerîlayek, rewşenbîrek, helbestvanek...
Lê belê her tim jî şervanekî heqîqetê...